Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu Serdana Amedê Dike


Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di çarçova kampeyna referandumê de roja Şemiyê serdana Amedê kir.

Wî got weke partî hemî welatiyên Tirkiyê ji bo wan yek in û navê tu kes ji ber nasname, bawerî û şeklê jiyana xwe rastî dubendiyan bên.

"Wî got dîroka me yek e, di bin alek de divê hemî kes wek hev bin."

Kemal Kilidaroglu destnîşan kir ku nabe qedera 80 milyonî bikin destê kesekî.

"Dixwazin sîstema parlamenteriyê rakin û rejîma yek mirovî ava bikin."

Wî polîtîkaya navwelatî ya Tirkiyê jî rexne kir.

"Li hindir kesî nebinin îca dest bi derveyê welat dikin. Neha tu dewletek ku Tirkiye bi wan re pevneçûbe nemaye. Bi Rusya re şer kir, ev bû sedem ku turist nehatin. Mecbur man çûn ber lingên Putin. Wusa xuya dike ku ewê harin ber lingê Trump jî.Ev nîşan dide ku yê ku bi zimanê xwe nikaribe dê nikaribe dewletê jî birêvebibe."

Kilidaroglu li dijî pakêta guheritna desturê derket û idda kir pakêta desturê tu derdek çareser nake. Heta wê bibe sedema alozî û dubendiyan.

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê denge veke

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00

XS
SM
MD
LG