Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Formên Darayî yên Nû Pêwendiyên Flynn û Rûsya Diyar Dikin


 Michael Flynn
Michael Flynn

Michael Flynn, generalê leşkerî yê xanenişîn ê ku Serok Trump ew ji kar dûrxist wek rawêjkarê ewlekariya Amerîka, bi ragihandina hin formên xwe yên darayî re girêdana xwe ya li gel Rûsya diyar kir.

Ew formên nû diyar dikin ku tilfizyona Rûsya Îro ku dewleta Rûsya piştgiriya wê ya darayî dike, 45 hezar dolar dabûn Flynn ji bo pêşkêşkirina axaftinekê di salvegera wê ya 10em de.

Kompaniyeke din a Rûsî çend hezar dolar dabûn wî ji bo axaftinan.

Parêzerê Flynn Robert Kelner got ew form reşnivîs bûn û tenê çend rojan berî destkişandina Flynn ji kar hatin pêşkêşkirin.

Kelner got Flynn derfet nebû berî destkişana ji kar li gel nivîsîngeha rawêjkariya Koşka Sipî biaxive, û wan forman pêşkêşî nivîsîngeha xemxur bike.

Wî got dema Koşka Sipî piştre jê xwest piroseya wan temam bike, wî kir.

Formên Flynn derengî înê hatin belavkirin li gel bidehan daxuyaniyên darayî yên din ên tîmê Koşka Sipî.

Têkçûna Flynn di ragihandina formên xwe yên darayî de, tê di demekê de ku FBI û komîtên Kongress vekolînan dikin li dor destêwerdana Rûsya di hilbijartinên serokatiya Amerîka de.

XS
SM
MD
LG