Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Şer li Bakurê Sûriyê li Cihên Serhildêran Dixin


Hin firokên şer, ku bawere yên Rûsî ne, li cihekî hêzên serhildêrên Sûriyê xistin li bakurê rojavayê Sûriyê nêzîkî dergehekî sereke yê sînor li gel Tirkiyê.

Êrîşê bi kêmanî şervanek kuşt û çend kes birîndarkirin, li gor du çavkaniyên serhildêran.

Wan îro yekşemê got êrîşên doh şev li gundê Babeska xist li parêzgeha Idlibê ku cihê gelek gurûpên nermerê yên Artêşa Sûriya Azade, di nav de Jeyş al Îslam, gurûpa sereke ya ku parêzgeha Idlibê kontrol dike.

Jeyş al Îslam yeke ji aliyên ku sala borî agirbesta Sûriyê îmze kir bi piştgiriya Rûsya ûTirkiyê.

Serhildêr dibêjin Rûsya têkçû di danîna fişarê de li ser hikûmeta Sûrî ji bo parastina agirbestê.

Hikûmeta Sûriyê Jeyş al Îslam wek gurûpeke terorîst dibine û wê tawanbar dike bi gurkirina êrîşên dawî li Dîmeşqa paytext.

Gundê Babeska ew bi sedan malbat û şervan vedhewîne ku sala borî ji Dareya nêzîkî Dîmeşqê hatibûn.

Firokên şer her wiha bajarokê Urm alKubra xistin li gundewarê Helebê û di encamê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da, li herêmeke ku pevçûn derdikevin holê di navbera serhildêr û hêzên hikûmeta Sûrî de, li gor serhildêran.

XS
SM
MD
LG