Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Sûriyê Piştî Êrîşa Leşkerî ya Amerîka


Ebdo Seydî û Imran Mensûr
Ebdo Seydî û Imran Mensûr

Sûriyê û pêşketinên dawiyê li wir yek ji babetên sereke bûn di kombûna îro ya gurûpa welatên bi navê G-7 li Îtalya, ku têde banga duristkirina komîteke navnetewî bû ji bo vekolînan li dor êrîşa kîmawî ya hefteya borî li Sûriyê

Wezîrê derve yê Brîtanya Borîs Johnson got êdî deme ku welatên G-7 bi tevahî banga Rûsya bikin ku biryara xwe bide li dor Sûriyê.

Wî got ew erê dike li gel serkirdeyên din ên Ewrupa ku divê Rûsya rolek hebe li Sûriyê lê divê ew dest ji piştgiriya rêjîma Esad berde.

Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson ku piştî kombûna G-7 bo serdanekê diçe Rûsya, got divê Rûsya hilbijêre di navbera hevalbendiya Amerîka û ya rêjîma Esad û Îranê û Hizbullah.

Lê wezîrê derveyê Îtalya Angelino Alfano got çênabe Rûsya wiha di qorzîkekê de bête dorpêçkirin. Wî got pêwîste Rûsya fişarê bide ser rêjîma Sûriyê ji bo rawestana bikaranîna çekên kîmawî lê ew ne li gel cezayên nû li ser Rûsya.

Kombûna G-7 hate li darxistin bi beşdarbûna dîplomatên hin welatên ku piraniya xwe misilmanin wek Urdun, Qeter, Erebistana Saudî,Tirkiyê û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî.

Gelo derfet heye ku Rûsya dest ji Rêjîma Esad berde û tevlî civaka navnetewî bibe li dor Sûriyê?

Ta kîjan astê êrîşa leşkerî ya Amerîka fişar da ser civaka navnetewî ku behsa çareseriyeke rijdî bikin ji bo Sûriyê?

Eger hat û Amerîka awayê leşkerî hilbijart, wê rola hevalbendên wê yên herêmî çi be?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser van babetan:

Rojnamevan Ebdo Seydî ku li Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dimîne û parêzer Imran Mensûr ku li Fransa dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 04_11_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:14 0:00

XS
SM
MD
LG