Daxuyaniyeke leşkerên Îraqê dibêje hêzên esmanî yên Sûrî komek êrîşên esmanî birin ser çekdarên Daiş li parêzgeha Reqqa û di encama êrîşekê de serkirdeyê gurûpê hate kuştin.
Daxuyaniya îro şemiyê nabêje êrîş kengî pêkhatin lê got mezintirîn cihên serkirdeyên terorîstan bûbûn armancên wan.
Ew dibêje êrîşan cihên Daiş li Reqqa û bajar al-Bukamal û her wiha gundê Dişayşa yê nêzîkî sînorê Îraqê ji xwe re kirin armanc.
Li gor daxuyaniyê, Ebû Bekir al-Hebîb al-Hekîm berê li gel al-Qaîde kar dikir û piştre li gel cebhet al-Nusra li Sûriyê.
Êrîşeke din li kombûneke êrîşkerên xwekujî yên Daiş xist ku pilan dikirin derbasî Îraqê bin, dîsa li gor daxuyaniyê.