Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Reqeman Hilbijartinên Dawî yên Tirkiyê


Tevî referandumê di nav sê salan de 5 hilbijartin li Tirkiyê hatin lidarxistin.

Hilbijartina Serokkomarî, ya Rêvebiriya Herêmî û du Hilbijartinên giştî ( 7ê Hezîranê û 1ê Mijdara 2015'an)

Di hemiyan de AKP biserket. HDP di 7ê Heziarnê de biserkeftî bû û ji sedî 13 dengan girt.

Li Tirkiyê 56 milyon û 965 hezar û 100 hilbijêr hene.

Li seranserê Tirkiyê 183 hezar û 518 sindoq tên danîn.

Di hilbijartina dawî de, yanî di 1ê Mijdarê de ji sedî 85,18 beşdarî çêbû û 48 milyon 523 hezar û 610 kes çûn deng dan.

Di hilbijartina dawî de ya 1ê Mijdarê de AKP 23 milyon û 673 hezar û 541 deng girt ku rêjeya denge AKPê ji sedî 49, 9 bû.

CHP 12 milyon û 109 hezar û 985 deng girt. Rêjeya denge CHPê ji sedî 12, 31 bû.

MHP 5 milyon û 691 hezar û 737 deng girt. Rêjeya denge MHPê ji sedî 11,9 bû.

HDP jî 5 milyon û 145 hezar û 688 deng girt ku rêjeya dengen HDPê ji sedî 10,76 bû.

HDP di hilbijartina 7ê Heziranê de HDP 6 milyon û 057 hezar û 506 deng girtibû ku ew car rêjaya wê ji sedî 13, 12 bû.

Dengên HDP taybet li 12 bajarên herêmê herwisa li Stembolê zêdebû.

Li Amedê jî bi giştî 959 hezar û 78 hilbijêr hene.

Di 1ê Mijdarê de 814 hezar û 937 kes çûn dengên xwe dan. Beşdariya dengdanê ji sedî 84, 9 bû.

HDPê li gorî 7ê Heziranê di 1ê Mijdarê de denge xwe kêm kir. Di hilbijartina 7ê Heziranê de HDP li Amedê 636 hezar û 915 deng girtibû û rêjaye denge wan ji sedî 79 bû.

Lê di 1ê Mijdarê de li Amedê 576 hezar û 027 deng girt ku ji rêjeya denge HDPê sedî 72,7 bû.

Lê AKP di 1ê Mijdarê de denge xwe zêdekir û 169 hezar û 148 deng girt. rêjeya dngên AKPê ji sedî 21,37 bû. Di 7ê Hezîranê de 112 hezar û 752 deng girt.

Yani di 1ê Mijdarê de li Amedê HDP 60 hezar û 888 deng kêm kir, AKP jî 56 hezar û 396 deng zêdekir.

CHP jî di 1ê Mijdarê de li Amedê 4 hezar û 709 deng zede kir û 12 hezar û 335 deng girt.

Hêjayî gotinê ye ku di 1ê Mijdarê de 144 hezar û 141 kes li Amedê neçûn deng nedan.

Ev hilbjiratin jî tê texmînkirin ku dengên HDPê dîsa zêde bin lê tê texmînkirin ku tu partiyek li Amedê dengê xwe pir zêde nake. Tê gotin wekî 1ê Mijdarê ev car jî kesên ku neçin deng nedin hejmara wan zêde be.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:53 0:00

XS
SM
MD
LG