Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jîhadiyên Oygor ên Çînî li Sûriyê


Gelek ji wan bi Erebî napeyivin û rola wan li Sûriyê ji cîhanê re ne pir diyare, lê şervanên Çînî yên Partiya Îslamî ya Tirkistanê li Sûriyê baş organîzekirî û çalakdarin di êrîşên ser erdê de, dijî hêzên serok Berşar Esed li herêmên bakurê Sûriyê.

Bi hezaran jîhadiyên Çînî derbasî Sûriyê bûne ji dema destpêkirina şerê navxweyî ve di Adara sala 2011an de ji bo şerê dijî hikûmetê û hevalbendên wê.

Hin ji wan tevlî Cebhet el-Nusra ya girêdayî el-Qaîde bûne. Hinên din sozdariya xwe ji Daiş re ragihandin, û jimareke biçûk tevlî hin gurûpên din bûn wek Ehrar el-Şam.

Lê piraniya jîhadiyên Çînî ew li gel Partiya Îslamî ya Tirkistanê ne li Sûriyê ku piraniya wan misilmanên Çînê ne ji pêkhata Oygor in li herêma Şîngyang a Çînê ku bi Tirkî diaxivin.

Geşbûna rola wan li Sûriyê hîşt ku hevrêziyeke ajansên agahdariyê bibe di navbera Sûriyê û desthilatdarên Çînê de, ku ditirsin ev jîhadî rojekê vegerin welatê xwe û li wir probleman derxin holê.

Partiya Îslamî ya Tirkistanê ew navê din ê Tevgera Îslamî ya Tirkistana Rojhilat e ku ew Şîngyang a Çînî wek Tirkistana Rojhilat didin nasîn.

Wek gelek gurûpên jîhadî li Sûriyê, armanca wan ew rakirina hikûmeta Esed a ilmanî ji ser desthilatê û danîna desthilateke îslamî ye.

Beşdarbûna wan di şerê Sûriyê de tê di demekê de ku hikûmeta Çînê, li gel Rûsya, bihêztirîn piştgira Esed a navnetewî ye. Çînê mafê Vîto gelek caran li Neteweyên Yekgirtî bikaranî li dijî sepandina cezayan li ser rêjîma Esed.

Bêjîn çekdarên Îslamî tawanbar dike bi tundûtijiya ku Çînê û berjewendiyên wê li seranserê cîhanê ji xwe re dike armanc. Ew çekdarên ku hewla dewleteke serbixwe didin li Şîngyang.

Hikûmeta Çînê dibêje hin ji wan çekdaran ji welat direvin û tevlî jîhadiyan dibin, lê rexnegir dibêjin pêkhata Oygor rastî ciyawaziyê dibin, ji aliyê abûrî ve li welatê xwe hatine paşguhxistin, û hewildidin birevin ji desthilata zordar a piraniya Han a Çînê.

Ebû Derdaa el-Şamî, ku endamekî Jund el-Eqsa bû, gurûpa tundrew a ku niha nemaye, dinêje Partiya Îslamî ya Tirkistanê baştirîn şervanên “Înxîmasiyûn “ hene.

Înxîmasiyûn, ewin çekdarên ku xwe didin kuştinê û di rêzên herî pêşîn ên êrîşên xwekujî de ne.

XS
SM
MD
LG