Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera Rojnamegeriya Kurdî de Rewşa Rojnamegeriyê li Tirkiyê


Îro 119’emîn Salvegera Rojnamegeriya Kurdî ye. Di nav du salan de li Tirkiyê zext û zordariya li ser rojnamegeriyê giran bûye.

Cemiyeta Rojnamevanê Azad li Amedê, li ser zextên rojnamegeriyê rapora salane û ya çar mehan amade kir.

Li gorî raporê di 2 salên dawî de zextên li ser çapemeniya kurdî û ya muxalif zede bûne. Tenê di sala 2016’an de ajansên nûçeyan ên wekî DÎHA, JINHA û rojnameyên wekî Ozgur Gundem, Azadiya Welat û Cumhuriyet û bi dehan weşanên din rastî zext û girtinan hatine.

Li gorî raporê:

- DÎHA piştî 48 caran hat sansurkirin, astengkirin û herî dawî bi biryara KHK’ê re hat girtin.

- JINHA jî dîsa piştî sansurkirina 12 caran hat girtin.

- Li gorî daneyên roj bi roj di sala 2016’an de bi giştî li Cihanê 17 rojnameger hatin kuştin.

- Li Tirkiyê 352 rojnameger hatin binçavkirin, ji vana 109 rojnameger hatin girtin. Di sala 2016’an de bi giştî hêjmara rojnamegerên girtî gihişt 146’an.

- Di salekê de 318 weşanên çapemeniyê hatin girtin û astengkirin.

- Ji vana 88 rojname, 17 kovar, 30 weşanxane, 5 ajansên nûçeyan, 120 Radyo-tv, 58 malperên nûçeyan ên internetê hatin girtin.

- Tenê di serdema OHAL’ê de 28 tv, 32 radyo, 51 rojname, 17 kovar, 30 weşanxane, 5 ajansên nûçeyan hatine girtin.

- 780 kartên çapemeniyê yên rojnamegeran hatin betalkirin.

- Di vê pêvajoyê de herî kêm 66 rojnameger dema hatin binçavkirin rastî lêdan û neheqiyê hatin.

- 6 rojnameger jî dema nûçe dişopandin rastî lêdan û neheqiyan hatin.

- Herî kêm 180 rojnameger di şopandina nûçeyan de rastî gefên devkî hatin.

- Herî kêm pasaportên 49 rojnamegeran hatin betalkirin.

- Weşanên çapemeniyê 829 caran hatin astengkirin.

- 42 rojnameger rastî êrîşan hatin.

Di 3 meh û 20 roj (110) rojên dawî de jî:

- Neha bi giştî li Tirkiyê 166 rojnameger girtî ne.

- Din av çar mehan de 82 rojnameger hatin binçavkirin, 17 rojnameger hatin girtin, di heqê 35 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin, 9 rojnameger rastî êrîşê hatin, di heqê 6 rojnamegeran de doz hat vekirin, li 30 rojnamegeran ceza hat birin, 2 rojnameger hatin dersînorkirin.

Hun di dirêjayiya raportê de dikarin nêrînên Hevserokê Cemiyeta Rojnamegeriya Azad Haqi Bolqan guhdar bikin li ser rojnamegeriya Kurdî û bernama ku jibo salvegerê amade kiribûn.

Herwisa di dewamiyê de hun dikarin guhdariya Rojnamevan Aziz Oruç bikin ku ew jî behsa zextên li ser rojnemegeriyê û rewşa heyî ya Li Tirkiyê dike.

XS
SM
MD
LG