Nivîsîngeha rizgarbûyan li Duhok diyar kir ku bi hevkariya hêzên ewlekariyê li Duhok û Şengalê 36 welatiyên Êzdî ji destên gurûpa terorîst Daiş rizgar bûn.
Li gor daxuyaniya nivîsîngeha revandiyan, ji wan 36 kesan 26 zarok in û niha gihiştine nav kes û karên xwe.
Rêvebirê nivîsîngeha rizgarbûyan li Duhok Husên Qaydî di konferanseke rojnamevanî de behsa rewşa wan kir.
Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê faylê deng veke.