Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Beşdarbûna Şandê NY di Kombûnên Astana de


Ciwan Yûsif û Îbrahîm Îbrahîm
Ciwan Yûsif û Îbrahîm Îbrahîm

Peyvdarê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric doh duşemê ji peyamnêran re got Şandê NY Stefan De Mistura diçe Kazaxistanê ji bo tevlêbûna axaftinên li dor agirbesta Sûriyê.

Wî got De Mistura dê li Astana paytext, rojên çarşem û pênşemê çavdêriya axaftinan bike ku ji aliyê Rûsya, Tirkiyê û Îranê ve tên li darxistin.

Peyvdar Dujarric got De Mistura amadebûna li van axaftinan erê ji ber rewşa awarte û girîngiya avakirina pîvanên baweriyê û kêmkirina nakokiyên niha li Sûriyê.

Ev afaxtinên Astana dê bibin bingeh ji axaftinên Ginêvê re ku diplomat pêşbîniya wan di vê mehê de dikin.

Ev hewla siyasî tê di demekê de ku şer li gelek cihan li Sûriyê berdewam e, û her wiha girjiyên mezin hene di navbera Tirkiyê û Hêzn Sûriya Demukrat de li bakurê welêt.

Gelo ev kombûn dikare çi bike? eger em bidin ber çavan yên berî wê çi encam nedan?

Dê rola Amerîka di van axaftinan çi be? di demekê de ku leşkerên wan li ser erdê amade ne.

Tirkiyê, Rûsya, û Îranê çawa dikarin bibin çavdêrên axaftinan û di deman demê de ew aliyên şer in li ser erdê?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser van babetan:

Ciwan Yûsif, Endamê komîta Kurdî ya mafê mirov ku li Siwîsra dimîne; û Îbrahîm Îbrahîm, rêvebirê navenda ragihandina Partiya Yekîtiya Demukrat PYD li Ewrupa ku li Danîmark dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 05_02_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:53 0:00

XS
SM
MD
LG