Tîmê kandîdê serokatiya Frensa Emmanuel Macron şeva borî got ew bûye qurbaniya êrîşeke” mezin û pilankirî“ya hakirinê ku bû sedema belavbûna email û dekumentên darayî yên helmetê.
Tîmê Macron ev yek wek” kiryareke berê nebûyî di helmetên hilbijartinên Frensa de“ anî ziman û got belavkirina bi hezaran emailên ku hin dekument û doseyên din in, ew hewildaneke ji bo “ jinavbirina seqamgîriya demukrasiyê, wek ya hilbijartinên serokatiya Amerîka.“
Alîkarên Macron di daxuyaniyekê de got:
“Bê guman, dekument hemî yasayî ne û karê normal ê helmeta serokatiyê diyar dikin. “
Dekument berî nîvê şevê li ser medya civakî ji aliyê kesekî bi navê EMLEAKS ve hatin belavkirin, di demekê de ku kandîdê 39 salî Macron û rikbera wî Marine Le Pen bi awakî fermî helmeta xwe rawestand ji bo hilbijartinên roja yekşemê.
Ji nîvê şevê borî ve, kandîdan maf nîne helmeta xwe berdewam bikin û medya jî nikare li gel wan mijara belavbûna dekumentan û naveroka wan guftûgo bike.