Lînkên eksesibilîtî

Li Îranê Karmendên Kaneka Komir Êrîşî Otombêla Serok Hesen Rûhanî Dikin


Karmendên tengirî yên kana Komir, a ku roja çarşemê rastî teqînekê hatibû, û malbatên wan êrîşî otombêleka serokê Îranê Hesen Rûhanî kir dema serdana wî ya cihê teqînê.

Vîdyoyeka ku ajansa nîv-fermî ya nûçeyan Fars li ser internêtê belav kiribû, karmendek diyar kir çawa li ser otombêlê ye û hinekên din lê hêwirî ne, di demekê de ku Rûhanî hewil dide bi otombêla xwe ji nav wan derkeve.

Tengirîna karmendan zêdetir bû piştî serdana Rûhanî ku têde soz da û got ”kesên gunehkar di rûdanê de divê bên cezakirin. “

Medya dewletê tiştekî fermî di vê derbarê de ranegihand.

Ajansên nîv-fermî yên nûçeyan gotine bi kêmanî 35 kes di teqîna roja çarşemê de hatin kuştin li kana komir a Zemestanyourt a parêzgeha Gulistan a bakurê Îranê.

Berpirsên Îranê dibêjin wan 22 term ji kanê derxist in û vekolîn hîn berdewam e.

XS
SM
MD
LG