Lînkên eksesibilîtî

Raport: Biryar e Şervanên Berê yên el-Nusra ji Kampa Yarmûk a Sûrî Derkevin


Îro yekşemê tilfizyona el-Menar a girêdayî Hizbullah a Libnanî ragihand ku, li gor rêkeftinekê, şervanên birîndar ên gurûpa radîkal a Îslamî, ku berê bi navê cebhet el-Nusra dihate nasîn, dê ji kampa Yarmûk a başûrê Dîmeşqa paytex derkevin û biçin parêzgeha Idlib, ku di bin destê serhildêran de ye.

Ev rêkeftin qonaxa duyem a rêkeftineke berê ye ji bo derxistina xelkê ji du bajarokên ji aliyê serhildêran vedorpêçkirî û du yên din ên ji aliyê hêzên hikûmetê ve dorpêçkirî. Qonaxa yekem meha borî hate cîbecîkirin.

Şervanên birîndar û kesên din ên li gel wan dê gurûpeka ji 50 kesî be, li gor tilfizyona el-Menar.

Cebhet el-Nusra ew bi awakî fermî şaxê el-Qaîde bû li Sûriyê ta berî salekê ku pêwendiya xwe ya fermî li gel el-Qaîde qut kir û navê xwe guherand bo cebhet Fetih el-Şam.

Niha ew û hin gurûpên din di bin navê Desteya Tehrîr el-Şam de şer dikin.

XS
SM
MD
LG