Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî Bingeheke Esmanî ji Daiş Rizgar Dike


Çalakvanên opozisyona Sûriyê îro şemiyê ragihand ku artêşa Sûrî bi piştigiriya hêzên esmanî yên Rûsî û Sûrî bingeheke esmanî ya biçûk ji bin destê Daiş rizgar kir li aliyê rojhilata bajarê Helebê.

Firokxaneya el-Jerrah ew li baskê Helebê yê çepê ye ku di bin destê tundrewan de bû, cihê ku wan di van demên dawî de piraniya navçeyan ji dest dan li beramber hêzên Sûrî, hêzên ku Kurd serkirdayetiya wan dikin, û her wiha hêzên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike.

Meha Adarê hêzên Sûrî êrîşeke kurt birin ser firokxaneyê lê çekdaran wê demê êrîş vegerand.

Rûniştvanekî berê yê navçeyê ku pêwendî li gel kesûnasên xwe hene got firokên Sûrî û Rûsî her wiha êrîşên giran birin ser bajarkê Meskene li aliyê rojavayê çemê Ferat.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got ji hefteya borî ve bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest da di bumbebarana ser gund û bajarokên navçeyê de, ku hîn di bin destê çekdaran de ne.

XS
SM
MD
LG