Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korya Bakur: Em Amade ne bi Mercên Durist li Gel Amerîka Kom Bibin


Çû Son Hoy
Çû Son Hoy

Dîplomateka mezin a Korya Bakur îro şemiyê got dê Pyongyang amade be li gel Amerîka biaxive, lê bi mercên durist.

Rêvebira giştî ya karûbarên Amerîka di wezareta derve ya Korya Bakur de Çû Son Hoy, ev yek anî ziman di axaftina li gel peyamnêran de li firokxaneya navnetwî ya Bêjîn dema vegera ji Nerwîj.

Di bersiva pirsiyarekê de li dor amadekariyên Korya Bakur ji bo kombûna li gel rêvebiriya Trump, Çû got, "Em dê diyalogê bikin dema mercên wan hebin,” li gor ajansa Yonhap.

Li Oslo, Çû li gel hin kesên akadîmî û berpirsên berê yên Amerîkî kom bû.

Berpirsên Amerîka hîn çi şîrove li dor axaftinên dîplomata Korî nekirine.

Meha borî serokê Amerîka Donald Trump got renge” dijberiyeke mezin" li gel Korya Bakur derkeve holê, lê ew bêhtir çareseriyeke dîplomatîk dixwaze ji bo nakokiya li dor programên navokî û rokêtên Korya.

Piştre, Trump got dê cihê rêzê be li nik wî ku li gor mercên durist, li gel serkirdeyê Korya Bakur Kîm Jong Ûn kom bibe .

Serokê Korya Başûr yê nû Mûn Jêyin, wî jî got ew amade ye li gor mercên durist serdana Korya Bakur bike.

XS
SM
MD
LG