Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Kurdên Sûriyê li Derdora Reqqayê Pêşdikevin


Hêzên Sûriya Demukrat HSD îro şemiyê gaveke dijn nêzîkî bajarê Reqqayê bûn û kargeha pembû dorpêçkir ku tenê çend kîlometran li bakurê bajêr e, li gor hin çalakvan û jêderên medya Kurdî.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye, got pevçûn di navbera HSDê û çekdarên Daiş de derketin holê li bakurê rojhilat û bakurê rojava yê bajêr.

Helmeta Reqqa, ku rûpeleka facebookê ya girêdayî hêzên Kurdî ye, got şervanan kargeha pembû li bakurê bajêr dorpêç kir. Medya Kurdî jî dorpêçkirina Kargehê ragihand.

HSD, roja înê got ew vê havînê pêşbîniya pêşketinan dikin di derbarê Reqqayê de.

Wan bajarokê stratîjî Teqqa û bendava Feratê kontrol kirin ku derdora 40 km li aliyê rojavayê Reqqayê ne.

Gurûpa bi navê (Reqqa bi bê dengî tê serjêkirin) ku çalakvan birêve dibin got bazarên giştî li bajêr hatine girtin û gumana wê yekê kir ku renge sedem pevûnên nêzîkî bajêr in.

XS
SM
MD
LG