Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedema Erdhejekê li Îranê 3 kes Jiyana xwe Ji Dest Didin


Tilfizyona fermî ya Îranê ragihand ku erdhejeka bi pileya 5.7 bi mirina 3 kesan û birîndarbûna derdora 200 kes encamp da li bakurê rojhilata welêt.

Erdhej li bajarokê Pîşqela qewimî, ku navçeyeke çandiniyê ya nêzîkî sînorê Turkmenistanê ku derdora 2 hezar kes lê dijîn. Ew 800 kîlometir li bakurê rojhilata Tehrana paytexte.

Erdhej bû sedema qutbûna elektirîkê û raportên tilfizyonê got erdhejê ziyan gihand gelek avahiyên gundên derdorê.

Îran li ser wan hêlan e ku rojane rastî erdhejan tê. Di sala 2003an de erdhejeka bi pileya 6.6 li bajarê Bam xis û di encamê de 26 hezar kes kuştin.

XS
SM
MD
LG