Ajansa Polîsê Ewrupa ku bi navê Yoropol tê nasîn dibêje êrîşa Internet li ser asta cîhanê bi kêmanî bandora xwe li 100 hezar rêxistin hebû li nav 150 welatên cîhanê.
Di demekê de ku agahiyên rêxistin û dezgehan venabin û komputerên wan kilît dibin, êrîşker doza pareyan dikin ji bo vekirina wan.
Birêvebirê ajansa Yoropol Rob Wainwright li ser tilfizyona Birêtanî ITV got beşê xizmetên tenduristî li gelek welatan rastî êrîşê hat û ziyan gihîşte wan.
Ta niha hîn çi pêşketin nebûne li dor nasnemeya kesên êrîş encam dayî.
Di heman demê de, pisporên warê ewlekariya komputer ji xwediyên komputeran re piştrast dikin ku wan sîstema kontrolkirin û karkirina komputeran nû kirin e ta radeyekê ku ew ji van êrîşan parastî bin.