Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bilindbûna Asta Êrîşên Terorîst li Ewrupa


Zara Salih û Sîrwan Qiçço
Zara Salih û Sîrwan Qiçço

Doh di êrîşekê de li ser holeka ahengan li bajarê Manşêster ê Birêtanî, bi kêmanî 22 kes hatin kuştin û 59 kes birîndar bûn.

Berpirsê polîsê Manşêster Ian Hopkins îro sêşemê got ew vê êrîşê wek kiryareke terorîst dibînin û bawerin ku ew tenê ji aliyê yek kesî ve hatiye pêkanîn ku ew bi xwe jî hate kuştin.

Rêxistina terorîst Daiş ku li Îraq û Sûriyê ber bi rojên xwe yên dawî ve diçe, berpirsiyariya xwe li dor vê êrîşê ragihand û got ew ji aliyê “serbazekî xîlafetê” ve hate pêkanîn.

Serokwezîra Birêtanya Theresa May got polîs û hêzên ewlekariyê bawerin ew nasnameya kesê êrîşker dizanin lê hîn ne amade ne bi awakî giştî piştrast bikin.

Serokê Amerîka Donald Trump got qurbaniyên êrîşê hatin kuştin li ser destên “şerkarên têkçûyî di jiyanê de.“

Ev êrîş tê di demekê de ku asta êrîşên wiha bilind dibe li gelek welatên Europî.

Gelo bilindbûna jimara kesên tundrew li Ewrupa sedema têkçûna gurûpên terorîst e li herêma rojhilata navîn, an destpêka şerekî mezintir e ku terorîstan soz dabû birêve bibin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Zara Salih, şîrovekarê siyasî ku li Londonê dimîne û rojnamevan Sîrwan Qiçço ku li Almanya dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 05/23/17
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:12 0:00

XS
SM
MD
LG