Lînkên eksesibilîtî

Leşkerên Tirkiyê Dibêjin Wan 13 Çekdarên Kurd li Bakurê Îraqê Kuştin


Leşkerên Tirkiyê îro yekşemê di daxuyaniyekê de got wan 13 çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kuştin di êrîşeke esmanî de li bakurê Îraqê.

Balafiran heft cihên PKK ji xwe re kirin armanc li herêma Avaşîn-Basyan li bakurê Îraqê, û bawere çekdarê kuştî pilan dikirin ji bo êrîşekê, li gor daxuyaniya leşkerên Tirkiyê.

Di êrîşeke esmanî ya cuda de li parêzgeha Wanê li başûrê rojhilata Tirkiyê doh şemiyê, leşkarn got wan 10 çekdarên din ên PKK kuştibûn.

PKK, ku li dirêjiya bêhtirî sî salî şerê Tirkiyê dike, wê kamp li çiyayên bakurê Îraqê hene, li nêzîkî sînorê Tirkiyê. Ew wek gurûpeke terorîst tê nasîn ji aliyê Tirkiyê, Amerîka û Yekîtiya Ewrupî ve.

XS
SM
MD
LG