Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Plana Pêşbîn a HSDê bo Gihîştina Derya Sipî li Bakurê Sûriyê


Kadar Pîrê û Ehmed Qasim
Kadar Pîrê û Ehmed Qasim

Di demekê de ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştgiriya Amerîka hewil didin Daiş ji parêzgeha Reqqa û bakurê Sûriyê tevahî derxin.

Ew plan dikin ku desthilata xwe li wan navçeyan berferhtir bikin û hin çavdêr dibêjin reng e ew hewl bidin ber bi aliyê parêzgeha Idlibê ve jî biçin da karibin xwe bigihînin Derya Sipî.

Planeke wiha dê çiqas razîbûn û nerazîbûna hêzên derdorê derxe holê?

Tirkiyê, ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek terorîst dide nasîn, dê çawa rê bide planeke wiha?

Rejîma Sûriyê, ku wan wek hêzên rewa di şerê dijî Daiş de tîne ziman, dê çawa razî be ew hin herêman kontrol bikin ku Daiş lê nîne?

Amerîka ta kîjan astê dê erê bike li ser pilaneke wiha, bê ku girêde bi şerê dijî Daiş de?

Helwesta Rûsya di vê derbarê dê çi be?

Dê reaksîyona hêzên opozisyona Sûrî li wan herêman çi be?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mevanan bersiva van pirsan dide:

Kadar Pîrê, rêvebirê rêxistina Kurd Bê Sînor ku li Fransa dimîne û şîrovekarê siyasî Ahmed Qasim ku li Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 05_30_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:44 0:00

XS
SM
MD
LG