Lînkên eksesibilîtî

Rêvebirê Kenala NRT Awat Elî Tê Girtin


Awat Elî

Îro yekşemê bi biryara Dadwerê lêkolînan ê Dadgeha Kelar rêvebirê Kenala NRT Awat Elî hate girtin.

Peyamnêrê kenalê Aram Bextiyar jî, ku 14 rojan girtî bû, azad hate berdan.

Dana Zehawî, parêzerê Awat Elî, ji Dengê Amerîka re got girtina wî li gor yaseya karê rojnamevanî bû.

Girtina Elî pêwendî bi belavkirina raporteke kenalê heye ku gotibû kesek bi dizîna şîr û daybî hatiye tawanbarkirin û bi 11 sal zindan hatiye cezakirin, ev jî bû sedema gihandina ziyanê bo navûdengê dadgehê, li gor berpirsan.

Aram Îkram, berpirsê şaxê Germiyan ê Sandîkeya rojnamevanên Kurdistanê ji Dengê Amerîka re got, girtina Awat Elî zêdegavî ye li dijî rojnamegerî û azadiya derbirînê.

Biryare di rojên bê de tîmê parêzerên kenala NRT doza azadkirina bi kefalet a Awat Elî bikin, ku niha li bingeha polîs a Germiyan e.

XS
SM
MD
LG