Lînkên eksesibilîtî

Bajarê Deraa li Sûriyê Rastî Rokêt û Topbaranê Dibe


Bajarê Deraa

Çalakvanên Sûrî dibêjin şerekî nû li bajarê Deraa yê başûrê Sûriyê derket holê di navbera serhildêran û hêzên alîgirên hikûmetê de.

Çalakvanê xwecihî yê opozisyonê Ehmed el-Mesalme dibêje hêzên alîgirên hikûmetê îro yekşemê bi êrîşên esmanî û topbaranê bajar ji xwe re kir armanc.

Ev êrîş tê rojekî piştî ku serhildêran êrîş birin ser cihên hikûmetê.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje bi kêmanî sê aliyên bajêr rastî rokêtên hikûmetê hatin û serhildêr jî bersiva wan didin.

Medya leşkerî ya Sûrî hin wêne belavkirin ku diyar dikin balafirên wan êrîşî herêman ava dikin.

Biryare Deraa di nav wan çar navçeyên aram de be ku Rûsya, Tirkiyê, û Îranê piştgiriya wan dikin.

Sînorên wan çar navçeyan hîn ne diyar in.

XS
SM
MD
LG