Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fişar Li Ser Theresa May Behtir Dibe ji bo Bicîhîştina Kar


Theresa may
Theresa may

Fişar mezin dibe li ser serokwezîra Brêtanya Theresa May ku niyaza xwe ya bicîhîştina kar raghîne di van mehên bê de.

Mezinekî mihafizkararan ji Dengê Amerîka re got pêwîstiya ku Theresa May ji ser desthilata dakeve ew tenê bi demê ve girêdayî ye.

Ew dibêjin May rastî du bijaran tê; an erê bike bi aramî biçe an jî dê rastî dijwariyên serkirdayetiyê be, ku dê partiya wê bavêje nav şerekî navxweyî di navbera kesên bi awakî rasterast dixwazin Brêtanya ji Yekîtiya Ewrupî derkeve û yên derketineke nermtir dixwazin ku dê Birêtanya di nav bazara Ewrupî de bihêle û koçberên Ewrupî bipejirîne.

Wezîrê darayî yê berê, George Osbourne serokwezîr May wek” Jineka ku mirî dimeşe “binav kir.

Bi kêmanî du endamên kabîneya May - wezîrê derve Boris Johnson û wezîrê ku çavdêriya guftûgoyên derketina Birêtanya ji Ewrupa Dike, David Davis - niha hewil didin bizanin wan piştgirî heye ji bo dûrxistina May ji kar, dema ew red bike pilanekê deyne ji bo çûyîna xwe.

XS
SM
MD
LG