Lînkên eksesibilîtî

Îran û Tirkiyê Xwarinê ji Qeterê re Dişînin


Îranê bi kêmanî 5 firokên barhilgir ên xwarinê ji bo Qeterê şandin û dê bi berdewamî bişîne, piştî ku dabînkera wê ya herî mezin pêwendî li gel wê qut kirin, li gor peyvdarê hêzên esmanî yên Îranê Şahrox Nûşabadî.

Tirkiyê her wiha got dê berşdar be di şandina xwarinê de bo Qeter di demekê de ku metirsî zêde dibin li dor kêmbûna xwarinê piştî Erebistana Saudî sînorên xwe bi wê re girtin, ku jêdera tenê ya Qeter e di wergirtina xwarinê de.

Li gel Erebistana Saudî, Behrên û Mîrgehên Ereb ên Yekgrtî, Misir jî pêwendiyên xwe li gel Qeterê qut kirin û ew bi piştgiriya terorê û girêdana li gel Îranê tawanbar kir.

Serokê Amerîka Donald Trump her wiha bi hêz Qetyer rexne kir.

Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson bi riya telefonê doh derengî şemiyê li gel wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu axivî û behsa nakokiya di navbera Qeter û welatên din ên Kendavê kir.

Tillerson roja înê handeriya Erebistana Saudî û welatên din ên Kendavê kir ku vê kirîzê hîn mezintir nekin û dorpêçkirina Qeterê hinekî sivik bikin.

XS
SM
MD
LG