Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Banga Daiş ya Êrîşkirina Welatên Rojava di Remezanê de


Ciwan Yûsif û Imran Mensûr
Ciwan Yûsif û Imran Mensûr

Gruba terorîst Daiş bangê li alîgirên xwe dike ku di meha remezanê de êrîşan li Amerîka, Rûsya Australia û Ewrupa pêk bînin.

Peyvdarê Daiş Ebû el-Hesen el-Muhajêr doh duşemê di axaftinekê de, ku li ser internet hatibû belav kirin, ev yek ragihand, pesna êrîşên hefteya borî li Îranê da û bang li êrîşên bêhtir kir.

Daiş di Remezanên berê de jî banga êrîşan kir û îsal wan berpirsiyariya xwe ragihand li dor êrîşên Brêtanya, Misir, Îran û Filipînê ku di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û bisedan birîndar bûn.

Ev bangên wiha ta kîjan astê tên bihîstin ji aliyê misilmanên van welatan ve?

Desthilatdarên van welatan çiqas agahdarin li dor van cûre êrîşan û dikarin çi bikin ji bo nehêştina wan?

Gelo ev bang nîşana dawiya Daişê ye li herêmê, an destpêka şerekî nû ye li seranserî cîhanê?

Bernameya Hest û Helwest, van pirsan li gel du mêvanan gotûbêj dike:

Parêzer Imran Mensûr ku li Frensa dimîne û Ciwan Yûsif, çalakvanê biwarê mafê mirov ku li Swîsra dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 06_13_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:32 0:00

XS
SM
MD
LG