Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Sûriyê Agirbesteka 48 Demjimêran li Deraa Radigihînin


Leşkerên Sûrî bo 48 demjimêran rawestana hemî cûre operasyonên şer ragihand li bajarê Deraa yê başûrê welêt, ji bo piştgiriya lihevhatina niştimanî.

Ragihandina vê agirbestê îro şemiyê, tê piştî çend rojan ji şerên giran di navbera serhildêran û hêzên hikûmetê de. çalakvanên opozisyonê ditirsin ku hikûmet bajêr kontrol bike.

Komandariya giştî ya leşkerî di daxuyaniyekê de got dê agirbesta hemî operasyonên şer îro şemiyê dest bike û dê 48 demjimêran dirêj ke.

Çalakvan dibêjin rêkeftina avakirina navçeyên aram, ku Rûsya, Îran û Tirkiyê di meha Gulanê de li ser erê kiribûn, çi aramî ne aniye bajêr.

Agirbest çar herêman, ku serhildêr lê şerê hikûmetê dikin, vedihewîne.

Tê zanîn, şerê Sûriyê di sala 2011an de ji bajarê Deraa dest pê kir.

XS
SM
MD
LG