Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dilgirane ji Cezayên Nû yên Amerîka Lê Dibêje Hîn Zû ye ji boTolvedanê  


Vladimir Putin
Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro şemiyê dilgiraniya xwe anî ziman li dor cezayên pêşbîn ên Amarîka li dijî welatê wî, lê got hîn zû ye ew behsa “Kiryarên tolvedanê“ bikin.

Putin Ji ajansa dewletê ya nûçeya RIA re got:

“Ev dê bê guman ziyanê bigihîne pêwendiyên Rûsya û Amerîka.“

Sînatoya Amerîka vê hefteyê bi tevahî deng da ji bo bilindkirina asta cezayan li dijî Rûsya bi sedema helmeta Rûsya ya destêwerdana di hilbijartinên 2016an yên serokatiya Amerîka de.

Kesayetiyên Rûsî yên ku zêdegavî di warê mafê mirov de kirine, yên ku çek ji bo hikûmeta Sûrî dabîn kirine, yên dest di êrîşên Internêtê de heyî,û her wiha yên kar li gel agahdarî û berevaniya Rûsî kirî, dê bibin armanca cezayên nû.

Lê ev cezayên pêşniyar kirî hîn pêwîstî bi erêkirina encûmena niwêneran û îmzekirina serok Donald Trump hene, û ji ber vê sedemê Putin got ew dê binêre ka rewş ber bi ku ve diçe.

XS
SM
MD
LG