Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê 731 Serbaz Tên Veguhestin bo Nexweşxanê bi Sedema Jehirbûna Xwarinê


Dozgerekî Tirkiyê dibêje 731 serbazên bingeheka leşkerî ya rojavayê welêt hatin veguhestin bo nexweşxanê bi sedema jehirbûna xwarinê û 21 kes ji kompaniya ku xwarinê ji wan re dabîn dike hatin girtin.

Akif Celattin Simsek, serokê dozgerên parêzgeha Manîsa, îro yekşemê got vekolîn dibin û di vê derbarê de hin nimûne ji xwarina jehrbûyî hatin birin. Rewşa serebazan hemî başe û çi metirsî li ser jiyana wan nîne.

Wezîrê berevaniyê Fikrî Îşik, ku serdana Manîsa kir, got wezaretê girêbesta li gel kompaniya xwerinê ji kar xist. Nivîsîngeha parêzgarê Manîsa got 24 serbaz hîn li nexweşxaneyê ne.

Jimarek rûdanên jehirbûna xwarinê li parêzgeha Manîsa bûne, ku bandora xwe li bêhtirî hezar serbazî kirine û serbazek jî di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan.

XS
SM
MD
LG