Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rola Îranê di Şerê Dijî Daiş de li Sûriyê


Peyîvdarê Nobedarên Şoreşgerî yên Îranê General Remezan Şerîf ji Ajansa Associated Press re got şeş mûşekên balistîk yên ku Îranê li dijî Daiş bikar anîbûn, bi awakî serkeftî li armancên xwe xistin.

Şerîf got avêtina van mûşekan hêza Îranê ya leşkerî diyar dike.

Ev destêwerdana Îranê tê çend rojan piştî êrîşa alîgirên Daiş li Îranê ku di encamê de 17 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Gelo avêtina van rokêtan destpêka qonaxeke nû ye di rola Îranê de li Sûriyê ku bi salan e piştgiriya rêjîma Esed dike?

Îran çawa dikare li derveyî koalisyona navnetewî şerê Daiş bike û Daiş çi gefê dide ser Îranê?

Hêzên Heşd el-Şeibî û derbasbûna wan bo Sûriyê ta çi astê rewşê tevlîhev dike?

Bernameya Hest û Helwest van pirsan û hin pirsên din di vê derbarê de li gel du mîvanan şîrove dike:

Mihemed Salih Qadirî, Endamê serkirdayetiya Partiya Demukrata Kurdistana Îranê ku li Hewlêr dimîne û Emjed Osman, Berpirsê Tevgera Çaksazî- Sûriyê ku li Qamişlo dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:17 0:00

XS
SM
MD
LG