Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson Pilan Dike Îraq û Miyanmarê ji Lîsta Bikaranîna Zarokan di Şer De Rake


Hin berpirsên Amerîkî dibêjin, wezîrê derve Rex Tillerson pilan dike Îraq û Miyanmarê derxe ji nav lîsta bikaranîna zarokan di şerê çekdarî de, li gel ku şareza û dîplomtên mezin ên wezaretê ne li gel biryarê ne.

Biryara ku sê berpirsan piştrast kir, dê li tersî protokola wezareta derrve bin li dor pênasîna welatên ku zêdegaviyan di vê derbarê de dikin û dê her wiha gur bike wan tawanbariyên ku dibêjin rêveberiya Trump berjewendiyên dîplomatîk û ewlekariyê dide pêş mafên mirovan.

Tillerson her wiha pêşniyazeke navxweyî ya wezareta derve red kir li dor danîna Afganistanê di nav lîstê de, li gor sê berpirsên Amerîkî.

Berpirsekî got diyare biryar hatine standin di encama fişarekê de ji aliyê Pentagon ku naxwaze tevlihevî têkeve nav alîkariya leşkerî ji bo Îraq û Afganistanê ku hevalbendên Amerîka ne di şerê dijî çekdarên Misilman de.

Tê zanîn artêşên biyanî yên di nav lîsta bikaranîna zarokan di şerê çekdarî de, rastî cezayan dibin, di nav de jî qedexekirina şandina alîkariyên leşkerî yên Amerîka bo wan welatan.

XS
SM
MD
LG