Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Berî Cejna Remezanê Bi Sedan Girtî Berdide


Hikûmeta Sûrî bi sedan girtî li ser cejna Remezanê berdan, din av de jî hin alîgirên serhildêrên dijî rêjîma Beşar Esed.

Wezîrê Dadmendiyê Hîşam el-Şe'ar ji peyamnêran re got 672 kes îro şemiyê hatin berdan ku ji nav wan 91 jin bûn.

Berdana wan tê rojekê berî cejna remezanê. Desthilatdarên Sûrî caran girtiyan di cejnên mezin de berdidin.

Bi dehan hezar kes hatine girtin ji dema şerê Sûriyê destpêkirî ve di sala 2011an de, ku derdora 400 hezar kes di encamê de ta niha hatine kuştin û nîva xelkê Sûriyê bê şûn û war bûye.

Ji nav kesên azadkirî rûniştvanekî Dîmeşqa paytex bi navê Ebdulrehman Elî ye ku alîkariya darayî ji serhildêran re dabîn dikir.

Elî yê 45 salî got:

“Ez şaş bûm û her kes şaşiyan dike. Ez niha durist bûm û vegeriyam da welatê xwe himêz bikim.”

XS
SM
MD
LG