Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Huşdariya Amerîka Bo Rejîma Esed li Dor Çekên Kîmyawî


Ehmed Hesen û Elî Îbrahîm
Ehmed Hesen û Elî Îbrahîm

Koşka Sipî doh derengî Duşemê huşdariyek ji serokê Sûriyê Beşar Esed re şand û tê de diyar kir ku renge rêjîm êrîşeke din a kîmawî bi kar bîne.

Peyvdarê Koşka Sipî Sean Spicer got dê encama êrîşê karesat be li ser sivîl û zarokên bê guneh.

Wî got çalakiyên êrîşê pêşbîn ew wek amadekariyên berî êrîşa meha Nîsanê ne ku di encamê de bi dehan mêr, jin û zarok hatin kuştin.

Wî huşdarî da û got: eger Esed êrîşeke din a kîmawî pêkbîne, dê ew û leşkerên wî “bihayekî giran bidin.”

Îro Sêşemê, Kirêmlên huşdariya Amerîka red kir û peyvdarê serokatiya Rûsya Dêmitrî Peskov got:

“Gefên wiha li serkirdeyên rewa nayên pejirandin. “

Amerîka ta çi astê agahiyên durist hene û çima ew wan belav dike?

Rêjîma Sûriyê ta çi radeyê dikare û dixwaze êrîşeke wiha pêk bîne?

Rûsya çawa piştraste ku tiştekî wiha nîne û ew tenê tawanbariyên bê bingehin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Endamê komîta navendî ya Partiya Demukrat a Kurdistan a Sûriyê Elî Îbrahîm ku li Tirkiyê dimîne û şîrovekarê siyasî Ehmed Hesen ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 06_27_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:03 0:00

XS
SM
MD
LG