Lînkên eksesibilîtî

Li Paytexta Sûriyê Teqînên Xwekujî 8 Kesan Dikujin


Zincîrek êrîşên xwekujî bi erebeyên bumbekirî îro yekşemê paytexta Sûriyê Dîmeşq ji xwe re kir armanc û di encamê de 8 kes kuştin û 12 birîndar kirin, di demekê de berpirs idî’a dikin ku wan pîlaneke armanckirina navçeyên qerbalix têkbir.

Medya dewletê got xwekujekî erebeyeke bumbekirî teqand piştî ku hate dorpêçkirin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, û rê li du erebeyên din ên bumbekirî hate girtin berî derbasî bajêr bin.

Parêzgarê Dîmeşq Beşir el-Sebban got du êrîşker hatin rawestan li xaleka vekolînê ya ser riya firokxanê û hêzên ewlekariyê bi awakî guncaw li wan vegerandin bê ku berferehiyan dabîn bike.

Wezîrê rêveberiya xwecihî Hisên Mexlûf got bersivdana hêzên ewlekariyê nişana ”serkeftineke mezin bû di têkbirina pîlana wan de “ ku armanc ziyanên berfereh bûn.

Jimara kuştî û birîndaran ji aliyê medya dewletê ve hat ragihandin, bê ku diyar bike ew hêzên ewlekariyê an sivîl bûn.

Ev êrîş tên di roja yekem a karê fermî de piştî pişûya cejna remezanê.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG