Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sivîl Ji Mûsilê Direvin û Êrîşên Esmanî li Cihên Dawî yên Daiş Dixin


Hêzên Îraqî dibêjin bi sedan sivîl ji Mûsilê direvin, di demekê de ku êrîşên esmanî cihên dawî yên di bin destê Daiş de ji xwe re dikin armanc.

Generalê hêzên taybet ên Îraqê Samî el-Erîdî îro yekşemê got sivîlên ku piraniya wan jin û zarok in ji bajêr direvin.

Bi dehan kes, gelek ji wan bi bermayên bumbeyan, birîndar bûn.

Piştî êrîşekê, jimarek sivîl di bin tozê de man, di nav de jinek ket xwarê, diyare bi sedema ziwabûnê.

Xelkê sivîl, ku bi mehan e rastî kêmbûna av û xwarinê bûne, di nava bajarê kevnar de dorpêçkirî man, cihê ku pileya germê 45 e .

Hêzên Îraqî di nîva meha borî de dest bi operasyona rizgarkirina bajarê kevnar kir. Ew dibêjin ew dê di nava çend rojan de serkeftina xwe li bajarê Mûsilê ragihînin.

XS
SM
MD
LG