Lînkên eksesibilîtî

Hest û Helwest: Efrîn di Navbera Tirkiyê û Hêzên Kurdî de


Fuad Onen û Kemal Sîdo

Çalakvanên Sûrî dibêjin Hêzên Tirkiyê û hevalbendên wan ên opozisyona Sûriyê hin gundên Efrînê ku di bin kontrola Kurdan de ne topbaran kirin û di encamê de jinek û du zarokan kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Tirkiyê Dogan got hêzên Tirkiyê bersiva gullebarana hêzên Kurdî li herêma sînorî ya nêzîkî bajarê Kilis dan.

Tirkiyê dibêje ew renge operasyoneke li ser erdê birêve bibe û derbasî Efrînê be eger gefên ewlekarî li wir bertdewam bin.

Gelo rewşa li Efrîn û gundên derdora wê ber ku ve diçe?

Pilana Tirkiyê çiye li Bakurê Sûriyê û Efrînê?

Eger hat û Tirkiyê derbasî herêmê bû, dê bersiva Hêzên Kurdî li ser asta leşkerî çi be?

Rûsya ku bi awakî leşkerî li Efrînê ye, dê helwesta wê çibe eger Tirkiyê pilaneke wiha pêk bîne?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser van pirsan:

Kemal Sîdo, rêvebirê nivîsîngeha Rojhilata Navîn a komeleya gelen di bin gefê de ku li Almanya dimîne, û Fuad Onen şîrovekarê siyasî ku li Tirkiyê.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG