Lînkên eksesibilîtî

Hêzên Îraqî Xwe Amade Dikin bo Ragihandina Serkeftinê li Mûsilê


Hêzên Ewlekariya Îraqê dibêjin ew pêşbîniya ragihandina serkeftinê li Mûsilê di çend demjimêrên bê de dikin, ku dê dawiyê li nîva xîlafeta Daiş a li Îraq û Sûriyê bîne.

Peyamnêrekî tilfizyona Îraqî ku li gel hêzên ewlekariyê dimîne got:

“Em niha mitrên dawî dibînin û piştî çend demjimêran dê serkeftin bête ragihandin. “

Hêzên Îraqê êrîşên esmanî yên koalisyona navnetewî û piştgiriya li ser erdê bikar tînin ji bo rizgarkirina Mûsilê.

Çend mehên şer, piraniya bajarê kevin ê Mûsilê wêran kir, di nav de jî mizgefta mezin a Nûrî ya 850 salî û minareya wê ya 45 mitiran bilind ku ji aliyê Daiş ve hatibû bumbekirin.

Neteweyên Yekgirtî pêşbîniya wê yekê dikin ku dê pêwîstî bi milyarek dolar hebe ji bo nûavakirina bingehên sereke yên Mûsilê.

XS
SM
MD
LG