Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Axaftina Erdogan Di Press Konferansekê de li Almanya


Erdogan G20
Erdogan G20

Serokên dewletan li civîna G20 li bajarê Hamburgê kom bûn. Yek ji beşdaran jî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bû.

Beriya kombûna bilind, Erdogan press konferansek lidarxist û jibo hevserokê HDPê Demirtaş peyva teroris bikar anî.

Wî got “Tirkiye dewletake hiqûqê ye. Ew kesê ku hun behsa wî dikin teroriste. Terosristek wusa ye ku bang kir ku birayê mine Kurd dakevin kolanan, li ser banga wî 53 Kurd hatin kuştin. Wî 53 birayên min yên Kurd bi teroristan da kuştin.

“Ev tene sucek bû. Ji bilî wê ew kes digotin li pişta me PKK, PYD heye ku wekî ji dewletê re meydan bixwaze. Neha tên darizandin, biryara dadgeriyê çi be, ciyê wî li ser sere me heye."

Hêjayî gotinê ye ku buyera ku Erdogan behs dike protestoyên jibo piştgiriya Kobanê bû ku di 6-7 Cotmeha 2014’an piştî êrîşa DAİŞê li ser Kobanê li bajarê Kurdan pêk hatibûn.

Di preskonefrasnê de pirsa referanduma serxwebûna Kurdistanêe jî jê hat kirin û got ew li dijî perçekirina İraqê ne.

"Ji pira te wusa xuya dike ku tu dixwazî İraq perçe bibe lê em naxazin İraq perçe bibe, emê nehêlin ku İraq perçe bibe.Ku li İraqê perçebûn destpêbike, Tirkmen jî Ereb jî dê doza erde xwe bikin, İraq perçe perçe bibe. Ku İraq yek bimîne wê hêza wwê zede be. Jiber ku pirsgirêkên mezhebî jî li İraqê heye. Di aliyek de Heşdi Şabî dixwaze jixwe re li cî çêdike, di aliyek de Sunni. Ev ehmî rê li perçebûna İraqê vedikin. Me her carê piştevaniyek mezin daye xebatên birêz Barzanî lê em neha dibêjin, divê hun ne li rexê perçebûna İraqê bin jiber k udi perçebûna wir de xêr û berekt nîne. Min ji Barzanî her carê van gotinan bilêv kir."

Serokkomarê Tirkiyê derbarê êrîşên Tirkiyê bi ser Efrinêde jî got ewê dersa ew kesên li Efrinê ne bidin.

Wî operasyona meratal Feratê bbîr anî û got du hezar kilometre cî ji teroristan hatiye paqij kirin. Erdogan got “Me DAİŞê ji Ceralusê paqij kir. Derferan vegera welatiyên Surî çêkir. Neha ji Efrinê gefek mezinheye li ser erde me taybe li ser bajarê Kilisê. Heta ew gef û tehdit dewam bikin emê li gorî şert û qeydeyên Angajmanê bersiva êrîşan dibin. Emê dersa ew kesên li Efrînê ne bidin."

Erdogan jibo desterkirina 10 aktivisten mafê mirovan jî got “ew civîn dewamiya derbeya 15ê Tirmehê bû.

"Li ser agahiyên ku gihiştine istixbaratê. Wî got Civina li Buyukadayê dewamiya derbeya 15ê Tirmehê bû. Piştî vê agahiyê teşkilata polêsan davêje ser civinê. Ez nizanim encama desteserkirnê wê çawa be lê polês li gorî belgeyên di deste xwe de dê îfadê wan bigre. Ku hewce be wê wan seqê dadgehê bikin. Ew dem biryar wê ya dadgehê be."

Hêajyî birîxsinê ye ku 5ê Tirmehê 10 aktivîst 12 kes li Buyukadaya Stembolê di civinek li ser parastina perwerdehiya aktivistên mafê mirovan de li otele hatin desterkirin. Din av wan de endmên rêxistinên mafê mirovan yên navnetweî jî hene.

Di medya nêzî hikumetê de hat iddiakirin ew civîn li dijî hikumetê ye û beşdarên civînê ajan, sixurin.

ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:51 0:00

XS
SM
MD
LG