Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Heyder el-Ebadî Digihe Mûsilê


Tilfizyona Dewleta Îraqê dibêje serokwezîr Heyder Ebadî gihîşte Mûsilê ji bo ragihandina serkeftina Hêzên Îraqî li dijî gurûpa Daiş.

Tilfizyonê ji ser zimanê Ebadî ragihand ku dibêje ew “ vê serkeftina mezin li şervan û xelkê Îraqê pîroz dike .“

Ebadî îro yekşemê bi cilûbergên reş ên hêzên taybet ên îraqî diyar bû ku ji balafirekê dadikeve û pêşwaziya wî ji aliyê komandarên mazin ên hêzên ewlekjariyê ve dibe.

Tê zanîn, Daiş di havîna sala 2014an de kontrol kir û ji meha 10an a sala borî ve hêzên Îraqî bi piştgiriya erîşên esmanî yên koalisyona navnetewî operasyonekê birêve dibin ji bo derxistina çekdarên Daiş ji duyem mezintrîn bajarê Îraqî Mûsil.

XS
SM
MD
LG