Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Leşkerên NY Yên Parastina Aştiyê li Malî Hatin Kuştin


Şanda Netewên Yekbûyî ya paristina Aştiyê li Malî got, ku 4 leşkerên wê hatine kuştin di 2 êrîşên cuda de û 21 kes jî birîndar bûne di van êrîşan de.

Cîgirê pêyvdarê sekiretêrê giştî yê NY Fahan Haq got, 3 leşkerên parastina Aştiyê tevî yekî ji hêza Malî hatin kuştin, bûyer li devera Menaka qewimî ye.

Êrîşa duyan li nêzî Doyntz rûdaye, yek ji leşkerên parastina Aştiyê hatî ye kuştin.

Haq got, kuştina leşkerên parastina aştiyê, dibe ku bibe tawana şer ya navnatewî, li gûrî yasayên navnetewî erîşên li ser leşkerên parastina Aştiyê qedexe dikine û weke tawanên şer tên hesab kirin.

Sekretêrê giştî yê NY got, ku artêşa parastina aştiyê li herêmê, ji 5 welatan pêk tên, Malî, Nîcîriya, Burkîna Faso, Mûrîtanya û Çad in, karê wan alîkariya herêm bikin bo pêkanîna aştiyê .

XS
SM
MD
LG