Lînkên eksesibilîtî

Dadgeha Zimbabwe:Dagirtina Leşkerî Ne Derbek Leşkerî Bû


Dadgeha bilind ya Zimbabwê, îro Şemiyê got, dagirtina leşkerî ya ku serokê Zimbabwê Robert Mugabe ji desthilatê rakir, ne derbek leşkerî bû.

Dadgehê got, leşkeran desthilat ji kesên dewrûberên Mugabe stendin û ew ji kar dûr xistin, ji ber ku, karên nerewa dikirin.

Biryara dadgehê, rojekê piştî hilbijartina serokê nû yê Zimbabwê hat, ku cara yekê ye piştî 37 salan guhertinek desthilatê li wî welatê çê dibe.

Serokê nû Emmerson Mnangagwa, doh Înê posta serokatiya welêt wergirt.

Hêvî dibe ku ev guhertina desthilatê, guhertinek mezin di hemû astên jiyanê de bike li Zimbabwê, bi taybetî ya abûrî û siyasî.

XS
SM
MD
LG