Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanayê Kurd Musa Anter di Salvegera 27'an ya Kuştina Wî de Tê Bîranîn


Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter di 20'ê Îlona 1992'an de, di êrîşeke çekdarî de li Amedê hatibû kuştin.

Anter, ku di nav gel de wek Apê Mûs dihat zanîn, 27 sal berê jibo îmzakirina pirtûkên xwe di festîvalekê de hatibû Amedê.

Di êrîşa ku Anter ê 72 salî hate kuştin de, Orhan Mîroglu jî birîndar bûbû.

Di sala 2012'an de, qorîcîyekî (cerdewan) bi navê Hamît Yildirim weke gumanbarê kuştina Anter hatibû girtin.

Doza Anter weke dozek "Kuştina kiryar nediyar" dihat dîtin, lê di sala 2014'an de doza wî bi ya doza bingehîn ya 'JİTEM' re kirin yek û ew doz li Enqerê didome.

Kurtejîyana Anter

Apê Mûs di sala 1920'an de li gundê Zivingê ya Nisêbînê ji dayîk dibe û xwendina xwe ya lîsê li Edenê û zanîngehê li Stenbolê temam dike.

Ew di sala 1944'an de bi Hale'ya keça nivîskar û zanayê Kurd Evdirehîm Rehmî yê Hekarî re dizewice û bi navê Anter, Rahşan û Dîcle sê zarokên wan çêdibin.

Anter di rojnameyên Şark Postasi, Dicle Kaynagi, İlerî Yurt de nivîsar, pêkenok û bîranîn dinivîsîn.

Ew yek ji endamên Doza 49'an bû û jiber helbesta xwe ya bi navê Qimil, li dijî Anter doz hatibû vekirin.

Anter di darbeyên leşkerî yên salên 1960, 1971, 1980'i de hatibû girtin û bi giştî 11 sal li zindanê hatibû girtin.

Ew yek ji damezrenerên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) bû û herî dawî di rojnameyên Welat û Ozgur Gundem de dinivîsand.

Hêjayî balkişandinê ye ku li ser navê Anter her sal pêşbirka rojnamegerîya Kurdî jî li dar dikeve û xelatên pêşbirka îsal sibê Şemîyê li Stenbolê tê pêşkêş kirin.

KHF_Salvegera27_Kuştina Musa Anter_09_20_2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:43 0:00


XS
SM
MD
LG