Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîranî: Eger Alawî Kandîdên Kurdan Red Bike Em jî Wî Red Dikîn


Fazil Mirani
Fazil Mirani

Sekreterê Polîtbîrûya Partî Demokratî Kurdistan PDK'ê di hevpeyvînek taybet da bo pişka Kurdî ya Dengê Amerîka behsa mercên Kurdan dike bo beşdarîya di kabîna nû ya hikûmeta Îraqê û bijardeyên li ber destên Kurdan heyî kirin.

Mîranî dide zanîn ku ne bitenê Kurd, piraniya hêzên siyasî yên Îraqê ji şêweyl destnîşankirina kandîdên kabîna Mihemed Tewfîq Alawî di nerazîne.Mîranî got"Ez weke endamekî PDKê axiftinê nakim, ez weke Kurdistaniyek di axivim." Herwiha dibêje, tu dibêjî Alawî ji stêrek din hatîye, her ji bingeh da nizane ku sala 1958ê Îraqê li ser bingehê 3 pêkhateyên Sûnî, Şîia û Kurdan pêkhatî ye, Abdulkerîm Qasim hatîye ser desthilatê, Necb Raûbaiyî serko hikûmet bû, ku kesekî Sûnî bû, Mihemed Mehdî Kûba Şîia bû û Xalid Neqşebendî Kurd bû.

Fazil Mîranî dibêje, ya ku niha Mihemed Alawî dike" Derebya Pêncan e" Kurd dikarin gelek tiştan bikin, het niha 4 derbeyên leşkerî li Îraqê çêbûne, ya Alwaî dike derbeya Pêncan e, lê cilekî siyasî liber xwe kirîye.

Mîranê got "Hikûmeta ku Şîia bitenê biryarê li ser didin sernakeve, ji ber ku biryara derxistina hêzên biyanî ji Îraqê jî sernekeft,jiber ku Kurd, Sûnî û pêkhateyên din beşdar nebûn."

Hevpeyvîn li gel Fazil Mîranî 27 02 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:14:54 0:00


XS
SM
MD
LG