Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: 34 Leşkerên Tirk li Îdlibê Hatin Kuştin


Turkish army artillery arrives in the east of Idlib, Syria, Feb. 15, 2020.
Turkish army artillery arrives in the east of Idlib, Syria, Feb. 15, 2020.

Waliyê Hatayê Rahmî Dogan hejmara leşkerên artêşa Tirk yên roja Pêncçemê li Îdlibê hatine kuştin 22 leşkerin.

Dîmenên ambolansan yên veguhastina kuştî û leçkeran di mediya civakî de hatin weçandin.

Herweha dîmenên dema êrîşa esmanî li dij konvoya leşkerên Tirk pêkatî ji aliyê çalakvan û rojnamevanên mediya civakî de hatin dîtin.

Çavdêrîya Sûrî bo mafên mirov "SOHR" berî demek kin ragihand ku di êrîşên îro Pêncşemê da, yên ku li herêmat di anvbera Albare û Bîlyon da pêkahtine herî kêm 34 leşkerên Tirk hatine kuştin. Pêzanîn ji herêmê didin zanîn ku dibe kuştiyên din jî di wan êrîşan da hebin.

SOHR dibêje, wan vê êvarê êrîşa leşkerên Sûrî şopandîye dema ku kontrola Al Hilwîye û Qewfîqeyin dikir li herêma çiyayê Al Zawîye û Zaqûm li deşta Al Xab li gundewarên Hemat ya bakurê rojava.

SOHR dibêje, hêzên leşkerên Sûrî 17 kîlometran nêzîkî bajarê Cisir Al Şixor û gundewarên Cebel Al Zawîye bûne.

Girêdayê vê, hêzên leşkerên Sûrî, bi tundî topbarana herêmên Sehil Al Xab, Cisir Alşixor û Cebel Al Zawiye dikin.

Kenalê Al hurray ê Amerîkî ku bi zimanê Arabî weşanê dike da zanîn ku çavkaniyên ji herêmê dibêjin, konvoya leşkerê Tirkiyê li herêma Bilyon li nêzîk bajarê Îhsim li Îdlibê rastî êrîşa leşekrên Sûrî hatîye û dehan leşkerên Tirk hatine kuştin.

Derbarê pêşketinên li Îdlibê serokomarê Tirkîyê R. T. Erdogan daxwaza civînek awarte ya ewlekarîyê kirîye.

XS
SM
MD
LG