Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Çima Dijberîya Nêzîkbûna PYD'ê û ENKS'ê Dike?


Mevlut Çavuşoglu: Emê Rê Nedin Hevdîtinê ENKS û PYD’ê

Di navbera Partîya Yektîya Demokratîk (PYD) û Encûmana Niştimanî ya Kurdên Sûrîyê (ENKS) de dest bi hevdîtinan hate kirin.

Tirkîyê bi tundî dijî van hevdîtinan derdikeve. Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu piştî wan hevdîtanan got ku helwesta wan zelal e.

“Emê ne li vir destûrê bidin korîdora terorê û ne jî emê jibo rewakirina terorîstan destûr bidin.”

Di meha Sîbatê de de li Enqerê, di navbera Çavuşoglu û karbidestên ENKS’ê de hevdîtinek hatibû çêkirin.

“Min serok û endamên ENKS’yê li Enqerê pêşwazî kirin. Min ji wan re jî got ku ligel YPG-PKK’ê havkarî çênekin. Ji min re gotibûn ku emê ligel rêxistina teror YPG’yê têkilî çênekin. Lê dîyar e ku di bin zextekê de ne. Di vî warî de helwesta me zelal e.”

Vahap Coşkun
Vahap Coşkun

Doç. Dr. Vahap Coşkun dibêje ku hevdîtinên PYD û ENKS’ê jibo çareserkirina kêşeya Kurd gelek girîng in.

“Di careke de çereserî dê dernekeve. Jibo ku di gelek alî de cûdatîya van rêxistinan hene, lê heke danûstandin berdewam bikin wê bikaribîn çareserî bînin.”

Coşkun, helwesta Çavuşoglu di cîh de nabîne û dibêje ku ev hevdîtinan dê jibo Tirkîyê jî baş bin.

“Tirkîye tenê dijberî dike, lê heta niha ser çareserkirina kêşeya Kurdên Sûrîyê tiştek pêşnîyar nekiriye. Em di vî warî de helwesta Amerîkayê, Rûsyayê û yên Sûrîyê dizanîn, lê pêşnîyara Tirkîyê çi ye, nizanin.”

ED_05_18_2020_Vahap_Coşkun.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:49 0:00

XS
SM
MD
LG