Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Trump Biryarnameya Ser Kompanîyên Medya Civakî Îmza Kir


Serokê Amerîka Donald Trump biryarnameya ser kompanîyên medya civakî îmza kir.

Donald Trump di merasîma li Qesira Sipî de dîyar kir ku kompanîyên medya civakî êdî nikarin ji berpirsîyên xwe birevin.

Trump da zanîn ku kompanîyên medya civakî ew demek e dengên konservatîfan dibirin û ew bi tekedestîyê tawanbar kirin.

‘’Bo peywendîyên di navbera hemwelatî û girseyên mezin de, hêzeke bêsînor ya ser sansurkirin, guherîn, rastkirin, şêwedan û veşartinê bi dest xistin.’’ Trump got.

Wî dîyar kir ku di dîroka Amerîka de ti car ewqas kêm kompanîyan cîhê danûstandinê yê ewqas mezin bi dest nexistiye û da zanîn ku ewê destûrê nedin wan.

Donald Trump, ji nav kompanîyên civakî pirtir Tiwtter rexne kir û got ku ew kompanîyê aktîvîzma sîyasî pêk tîne.

Trump li ser pirsa ewê hesabê xwe yê Twitterê ji bibe yan ne, da zanîn ku ew dixwaze ku xwe ji wî hesabî bifilitîne lê tevî Instagram, Facebookê xwe ji medya civakî digêhînê 186 mîlyon kes û girseyeke mezin e.

Wezîrê Dadê William Barr jî dî merasîma îmzayê de da got ku kompanîyên medya civakî wek ‘’weşanger’’ tevdigerin.

Barr dîyar kir ku biryarnameya ku Trump îmza kiriye dê li gor xala 230 ya ser naverokan were hazir kirin.

Wî da zanîn ku ewê di qonaxe nû de ser vê mijarê bernivîsekê hazir bikin.

XS
SM
MD
LG