Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksîyonên Ser Dawîkirina Parlamanterîya Guven, Farisogullari û p Berberoglu


Guven, Farisogullari & Berberoglu
Guven, Farisogullari & Berberoglu

Parlamana Tirkîyê do parlamanterîya endamên HDPê Leyla Guven û Musa Farisogullari û Enîs Berberoğlu yê ji CHPê rakiribû.

Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu rakirina parlamanterîya Enîs Berberoglu yek “darbeyeke sîyasî” bi nav kir.

Bertekeke tun jî ji alîyên Lijneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) hat. HDP’ê jî ev yek wek derbekeyek li ser vêna gel nîşan da û wiha ragihand:

“Emê xwe ne radestî derbeyan û ne jî yên derbeçêkeran bikin. Vêna debeçêkeran eva 26 sale ku li ser meclisa Tirkiyê xwe dide hîskirin.”

Parlementerîya sê kesî li ber cezayên vebirîn hate xistin. Leyla Guven 6 sal, Musafarisoglu 9 sal û Enis Berberoglu 25 sal girtibû.

Leyla Guvên xistin û girtina wan wek beşeke têkoşînê nîşan da û got: “Ev sîstem ana jî û di dîrokê de jî, bi her awayî dixwaze dengê Kurdan bibire, lê têkoşîna me jî her gav wê bidome.”

Berî girtinê Enîs Berberoglu jî li Navenda Giştî ya CHP daxuyanîyeke çapemenî da û li vê derê got: “Heke ji bo demokrasîyê bedelek pêwîst bike, em amadene, vê bedelê bidin.”

Dema biryara xistina sê parlementeran hate eşkere kirin di parlementoya Tirkiyê de jî him parlementerên HDP’ê û him jî yên CHP’ê bi çepikan ev encam protesto kirin.

Nûnerê bajarê Îdirê ji HDPê Habib Eksîk biryara xistina û girtina sê parlamanteran got kuu AKP-MHP dixwazin vîna gel bifetisînin.

“Hikûmeta AKP bi MHP’ê re dixwazin him vêna gel û him jî demoktrasîyê tevahî xilas bikin. Hikûmet bi vê hewildana xwe li ser me derbeyeke çêdike, lê bila baş bizanibe ku emê serê xwe li ber wan netewînin.”

ED_06_05_2020_HDP_Guven_Farisoglullari
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:31 0:00


XS
SM
MD
LG