Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvan Çîftyurek Rojeva Kurdan Dinirxîne


Sînan Çîftyurek: Irak Dixwaze Leşkerê Xwe Li Herêma Kurdistan Çî Bike

Piştî ku di navbera Partîyên Yekîtîya Niştimanî ya Kurd (PYNK) û Encûmana Niştîmanî ya Kurdên Sûrîyê (ENKS) de hevdîtinên yektîyê hatin çêkirin, di heman demê de Tirkîyê jî dest bi operasyonên esmanî û bejeyî kir û êrîş bir ser Kurdan.

Rojên çûyî Berdevkê Wezareta Derve yê Îraqê Ahmet Sahaf ragihand ku heke Tirkîye dawî li operasyona neyîne, ewê hdm bergirîyê leşkerî û aborî bigirin, hem jî serî li Civata Ewlekarî ya Netewên Yekbûyî bixin.

Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkîyê Hamî Aksoy jî ragihand ku ger ser sînorê wan tehdîta terorê ranebe ewê operasyonên xwe bidomînin.

Serokê Giştî yê Partîya Komunîst ya Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek got ku hem Tirkîye hem jî Îraq dixwazin ku leşkerên xwe li ser axa Herêma Kurdistan cî bikin.

“Tirkîye terorê û PKK’ê wek hecêt nîşan dide û dixwaze dagir bike. Îraq jî dixwaze leşkerên xwe bişîne Herêma Kurdistanê û wê derê dagir bike.”

Çîftyurek, derheqa yekîtîya ku di navbera PYNK’ê û ENKS’ê de şabûna xwe dîyar dike û dibêje ku ev îtifaq jibo Kurdan girîng e.

“Ev lihevhatin ser hemû Kurdan bandoreke erênî veda. Heke li Rojavayê Kurdistanê her du hêz artêşeke hevpar û yekbûyî çêkin dê zêdetir serketî bin.”

ED_07_07_2020_Cîftyurek
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:34 0:00

XS
SM
MD
LG