Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Tirkiyê Behsa Rêkeftina Kurdên Sûriyê Dikin


Rêkeftin û nêzîkbûna di navbera Encûmana Niştimanî ya Kurdên Surîyê (ENKS) û Partîyên Yektiya Niştimanî ya Kurd (PYNK), bandora xwe li ser Kurdên Tirkiyê jî dîyar dike.

Li Tirkiyê, parlementera HDP Dersîm Dag vê nêzîkbûnê nîrxdar dibîne û dadidexuyakirin ku ji bo yektîyê pêwîstî li çar beşê Kurdan heye:

“Yektîya Kurdan li Rojava pêk hat. Helbet ev pir girînge. Helbet ya herî baş ewe ku ev yektî bes li vê derê tenê na li çar alîyên Kurdistanê de pêk were. Kurd bi dijî hev derketinê na bi yektîya xwe dikarin serkevin. Heke em yektîyê xwe çiqas berfireh bikin dê serkeftina me jî ew qas zêde be.”

Dersîm Dag
Dersîm Dag

Di nav gel de jî yektî bala herî zêde dikşîne.

Serokê Giştî yê Partîya Komunistê Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek di vî warî de dide xuyakirin ku daxwazê gelê Kurd jî yektîye.

Sinan Ciftyurek
Sinan Ciftyurek

Çîftyurek vê yekê wiha dîyar dike:

“Piştî ku PYNK û ENKS hatin ba hev gelê me jî ji vî pir kêfxweş bû. Em jî ji vê yektîyê kêfxweşin. Eva ji bo me mînakekî girînge. Ana em jî pêwîste ku li Bakûrê Kurdistan ser yektîyê hewil bidin. Serkeftin û pêşketina me Kurdan yektîye, ana xeyrî vî rêyeke duyem xuya nake.”

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00


XS
SM
MD
LG