Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Cejna Rojnamevanan Bi Xemgînî Tê Pîrozkirin


Girtina Rojnamevnana li Tirkiyê
Girtina Rojnamevnana li Tirkiyê

Roja 10ê Çile, Cejna Rojnamevanên Xebatkar yên Tirkiyê ye. Ev roj her sal wek cejnekê tê pîrozkirin.

Sendîkaya Rojnamevanan ya Tirkiyê (TGS) li ser vê rojê daxûyanîyek da û got "Ev roj êdî roja xebatkarên rojnamevanan nîn e, ev roja bûye roja têkoşîna rojnamevanan."

Li Tirkiyê 10 Rêbendanê 1961 an, piştî têkoşîneke mezin rojnamevanan mafên xebatkarîyê bi awayekî fermî û hiqûqî bi destxistin. Ev yek jî di qanûna bingehîn de wek "Qanûna Xala 212" hatîye pejirandin û piştî wê jî ev roj bûye "Roja Rojnamevanên Xebatkar."

Li Tirkiyê her çiqas ev roj wek cenjn bihê dîyarkirin jî lê di van deman de li ser rojnamevanan gelek zextên mezin hene.

Di vê rojê de TGS’yê li ser rojnamevanan raporek belav kir. Li gorî wê raporê tê dîyarkirin ku heta niha 67 rojnamevan di zindanan de ne.

Li gorî raporê di sektora rojnamevanîyê de hejmara bêkaran jî du qat zêde bûye. Disa mafê rojnamevanan di warê ewlekarî, tenduristî, rêxistinbûnê û azadbûnê de jî hatîye çewsandin.

Li gorî rapora Rêxistina Rojnamevanan ya Sînor Nenas jî, Tirkiye di warê "Rojnamevan û Weşana Çapemenîyê" de li dinyayê di rêza 154’emîn de ye.

Rojnamevan Îhsan Kaçar
Rojnamevan Îhsan Kaçar

Rojnamevan Îhsan Kaçar dema behsa vê rojê û rewşa Tirkiyê dike fikara xwe jî wiha tîne ziman:

"Em rojnamevan êdî nikarin ku azad karê xwe bikin. Ji bo wê jî di serê kesî de cejn nemaye. Ana 67 hevalê me, ku em bi hev re diçûn nûçeya, ana ew hatine zindankirin. Desthilatî ewan rojnamevanan jî qebul nake. Ji bo çi? Ji bo ku ew desthilatîyê rexne dikin. Rastî bawerîya me êdî bi karê me jî nemaye."

Raporta Enqerê 10 01 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:49 0:00

XS
SM
MD
LG